Bi hezaran li dijî faşîzma AKP-MHP’ê peyama berxwedanê dan

Bi armanca têkbirina sûc û binpêkirinên dewleta Tirk, HDP û Hezên Ked û Demokrasiyê li Îzmîrê bi slogana ji bo demokrasiyê bêhnek, mîtîngek lidarxistin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan a di mîtînga Îzmîrê de axivî diyar kir ku divê êdî ev desthilat fam bike ku pirsa Kurd li vî welatî çareser nebe, wê ti pirsgirêkên din çareser nebin. Tecrîdê rakin û pirsa Kurd çareser bikin.

Bi armanca têkbirina sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û herî dawî jî kuştina Endama HDP’ê Denîz Poyraz HDP daket qadan.

Li bajarê Tirkiyê Îzmîrê ji hêla HDP û hêzên Ked û Demokrasiyê bi dirûşmeya “Ji bo demokrasiye bêhnek” li Qada Gundogduyê mîtîngek hat lidarxistin

Bi hezaran çalakvan ku ji zêdeyî 15 partî û rêxistinan, her wiha gelek nûnerên saziyên sivîl û dayik û bavê Denîz Poyraz beşdarî mîtîngê bûn.

Piştî ku mîtîngeran cihê xwe li qadê girtin, dirûşmeyên wekî “Faşîzm dê têk biçe, dê serkeftin bibe ya Denîzan”, “Bijî berxwedana zindanan” her wiha wêneyên Denîz Poyraz jî hat hildan.

Piştre nûnerên partiyan daxuyanî dan û diyar kirin ku li dijî faşzma AKP-MHP’ê wê bê navber têkoşîna edaletê bimeşînin.

Pervîn Bûldan: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe dê ti pirsgirêkên Tirkiyê çareser nebin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan a di mîtînga Îzmîrê de axivî got:

“Divê êdî ev desthilat fam bike ku pirsa Kurd li vî welatî çareser nebe, wê ti pirsgirêkên din çareser nebin. Tecrîdê rakin û pirsa Kurd çareser bikin.”

Pervîn Buldan kuştina Denîz Poyraz bibîrxist û da zanîn ku êrîşa 17’ê hezîranê, li hemberî tevahî gelê Kurd bû, bi taybet jî li hemberî jinan bû.

Pervîn Buldan armanca êrîşê wiha şîrove kir:

” Bi vê êrîşê ve hêviyên aştiyê hatin gulebaran kirin. Em carek din qetilkirina Denîz û êrişa li hemberî partiya xwe şermezar dikin. HDP li hember êrîş û zextên desthilatê dê serê xwe netewîne. ”

“Guleya ku Denîz Poyraz hedef girt têkoşîna hevpar a Kurd û Tirkan hedef girt”

Nênerên partiyên dij jî axivîn dam xuyakirin ku bi kuştina Denîz Poyraz ve têkoşîna hevpar a gelê kurd û tirk ya li dijî faşîzmê hate armac girtin.

Back to top button