160 HEZAR ÇETE Û MALBATÊN WAN ÊN JI IDLIBÊ REVIYAYÎ, LI EFRÎNÊ HATIN BICIHKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çete û malbatên ku vê dawiyê ji Idlibê reviyane, li Efrînê bi cih dikin.
Ev jî weke berdewamiya operasyonên guhartina demografîk e, ku ji çaxa derbasî Efrînê bûne bê navber vî tiştî pêk tînin.

 

Piştî operasyona radestkirinê ya di navbera rejîma Sûrî û Rûsya ji aliyekî û dewleta Tirk ji aliyekî din ve çêbû, dewleta Tirk a dagirker malbatên çeteyên xwe rê kirin gund û navçeyên Efrînê.

Ango piştî rejîma Sûrî derbasî bajarokê Xan Şêxûnê bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta dagirker bêhtirî 160 hezar kes ji Idlibê ber bi Efrînê ve birin û ew li wir bi cih kirin.

Agahiyên ji herêmê jî teqez kir ku çeteyan di van her du rojên dawîn de nêzî hezar û 800 kes li gundê Mersewa ya navçeya Şera bi cih kirin.

Her wekî hejmareke mezin li gundê Mêremîn û Kefer Meza ya Şera jî.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan malbatên xwe li gundên Heftaro, Ze’re, Ibêdan û Kurdo yên navçeya Biliblê bi cih kirin.

Li navçeya Cindirêsê jî çeteyên Feyleq el-Şam hinek malbat lu gundê Qîlê bi cih kirin.

Berî çend hefteyan, dadgirkeriyê kampeke leşkerî nû li gundê Mihemediyê ava kiribû, aniha jî êdî çete malbatên xwe li kampê bixwe bi cih dikin.

Ev bicihkirin, di çarçoveya guhartina demografîk de pêk tên, ku ev serê salekê bêhtir ev yek li Efrînê dewam e.

Leave a Reply

Back to top button