![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/01/MEYDANI-3-1.jpg)
Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê gundê Şewarqe yê girêdayî bajarê Şera ya kantona Efrîn bi obîsa topbaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi êrişan kir.
Li gorî agahiyan dewleta Tirk a dagiker gundê Şewarqe yê girêdayî navçeye Şera ya kantona Efrîn bi obîsa topbaran kir.
Lê têkîldarî ziyanên êrişan agahiyeke berfireh nehate bidestxistin.
Duh jî artêşa Tirk a dagirker û çetyên wê bi tankan gundê Dêr Qaq ê Şehbayê û gundê Seyadê yê Minbicê tobparan kirin.
Di encama topbarana li gundê Seyadê de welatiyek birîndar bibû û ziyan gihîştibû mal û milkên welatiyan
Hemwextî topbaranê, balafirên bêmirov jî li asîmanê herêmê digeriyan.