Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 3 rojên borî de li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, hunermend û çalakvan jî di nav de 14 kes hatine binçavkirin.

Li gorî daxuyaniyê, sedema binçavkirinê jî tevlîbûna wan a pîrozbahiyên Newrozê bû.

Her wiha di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku kesên hatine binçavkirin ev in;

Yesif Hacî Xoş, Rehîm Refetî, Fexredîn Mudresî, Umêd Reşîdpak, Arman Îbrahîm, Selah Qazî, Hîsamedîn Mehmud, Mewlud Rusta, Hesen Resul, Cehfer Resul, Mihemed Sultan Pur, Xefur Şêx Mihemedî, Hadî Lawe û Ako Îbrahîm.

Tora Mafê Mirovan ragihand ku aqûbeta her 14 kesên hatine binçavkirin, nayê zanîn.

Hêzên îranê zarokek bi giranî birîndar kirin

Li aliyekî din jî şeva borî hêzên Îranê li sînorê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê, zarokek kolber ji çavên wî bi giranî birîndar kirine.

Metirsî heye ku zarok her du çavên xwe winda bike.

Back to top button