KNK: Divê hesabê Jenosîda Dêrsimê ji dijmin bê pirsîn

Berî 87 salan, ji heft mehî heta 70 salî gelê Kurd li Dêrsimê hate qirkirin.
Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Dêrsimê daxuyaniyek da û got:”Divê em têkoşîn xwe sist û lewaz nekin.
Divê hesabê jenosîda Dêrsimê ji dijmin were pirsîn.”

Berî 87 salan, ji heft mehî heta 70 salî gelê Kurd li Dêrsimê hate qirkirin.

4’ê Gulana 1937’an bi biryara fermî ya dewlet û hikumeta Tirk, êrîşeke mezin a leşkerî bi armanca ji navbirina xelkê Dêrsimê hate kirin.

Dewlet û hikumeta Tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî, ji erd û esmanan êrişî Dêrsimê kir.

Bi hezaran Dêrsimî kuştin, hin jî birîndar kirin û bi hezaran jî bi darê zorê dane koçkirin.

Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara fermî ya dewleta Tirk, bi belge hate kirin.

Ev fermana qirkirina hemû xelkê Dêrsimê bû.

KNK: Polîtîkayên komkujiyan li ser gelê Kurd berdewam dike

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK bi wesîleya Salvegera Terteleya Dêrsimê daxuyaniyek da.

KNK’ê diyar kir ku tişta ku dewlet Tirk bi serê gelê Kurd li Dêrsimê kir çi dewletan bi serê dijminên xwe yên herî dijwar jî nekiriye û got:

“Ji xeynî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî, navê Dêrsimê jî bi qanûneke taybetî hate guhertin û kirin Tuncelî.

Ew biryara komkujiyê, ew ferman û ew polîtîka heta îro jî berdewam e.

Dilê Kurdan ji ber wê jenosîda mezin bi kul e û ti caran ji bîr nakin.

Berpirsiyarên dewleta xwînxwar çi dibêjin, polîtîka giştî çi encam bide ferq nake û ev hovîtîya li ser gelê me hatiye kirin, rûpelekî reş ê dîroka bi xwîn a dewlet û hukûmeta Tirk e.”

KNK’ê di dawiya daxyaniya xwe de wiha got:

“Divê xelkê me di doza hesabpirsîna ji dijmin de bi biryar bin û têkoşîna xwe sist û lawaz nekin.

Hesaba jenosîda Dêrsimê divê ji dijmin bê pirsîn.”

Back to top button