Hêzên Asayişê li Qamişlo, Minbicê û Dêra Zorê 9 belavkarên Narkotîkê girtin

Li herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê tekoşîna Hêzên Asyişê li dijî madeyên Narkotîkê didome.
Hêzên Asayişê li Qamşlo, Minbicê û Dêra Zorê 9 bazirgan û belavakrên Narkotîkê girtin.

Gelek hewl hene ku ev civak ji hev bê xistin , bi gelek rê û rêbazan ev hewl tên kirin.

Yek ji van hewlan jî belavkirina madeyên Narkotîkê li vê herêmê.

Hêzên asayîşê jî li vir hemû hewlên xwe ji bo sînordarkirina belavbûna madeyên hişbir li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî pêşkêş dike.

Hêzên wê yên ewlehiyê jî karîbûn aramî û ewlehiyê misoger bikin.

Bi vîn û israra endamên hêzên dij narkotîkê , bi sedan dosya û rêbazên ku pê ev made belav dibin, hatin pûçkirin û eşkere kirin.

Taybet van rojên dawî hêzên Asayîşê di riya xebata xwe re dikarîbû rê li pêşiya gelek bazirgan û belavkaran bigre.

Hêzên Asayişê bi daxuyaniyên cuda ragihand ku li 3 bajaran 9 bazirgan û belavakrên narkotîkê hatine girtin.

Derbarê vê yekê jî hineke agahî parve kirin:

“29’ê Nîsanê , Hêzên me bi ser 4 kesên ku li nava Qamşlo karê bazrganiya Narkotîkê dikirin girtin.

Di serdegirtinê de gelek madeyên narkotîkê û amûrên bikaranîna wê hatin desteserkirin.”

Li gor vê:

  • 6,400 kg Heşîş
  • 80 g Hîroîn
  • 2,30 g Kirîstal
  • Niv Heb Keptagon
  • 7 Demançe

Bi heman awayî Asayîşê eşekre kir ku 22’ê Nîsanê, li Minbicê jî 2 kes bi heman sûcî girtin.

Di serdegirtinê de gelek çek û pere, made û amûrên ji bo bikaranîna narkotîkê hate desteserkirin ew jî:

  • 1200 Hebên Protîkara
  • 522 Hebên Keptagon
  • 2,5 g kirîstal
  • 25 Demançe

Navendê dazanîn ku 30’ê Nîsanê jî agahiyan wergirtin ku li Rojavayê Dêra Zorê 3 kes hene bazrganiya narkotîkê dikin.

Yekser hêzên wan ket nava tevgerê û bi oprasiyonek taybet ew kes hatin girtin.

Li gel wan miqdarên mezin ji narkotîkê, çek û çebelxane hate desteserkirin.

Bi wan 3 kesan re ev amûr hatine desteserkirin :

  • 15 g Kirîstal
  • 1 Kilaşînkov
  • 111 Fîşek
  • 2 Demançe
  • 2 Bombeyên destan

Li gorî zagonên Rêveberiyê, bazirganiya van madeyan sûcke û li dozgeriyê cizayekî giran li sûcdar tê birîn.

Mîna vîrûsekî kujer û xeternak, stuna civakê hûr hûr dihêre û dirizîne.

Back to top button