FEYSEL MIQDAD: JI BO RIZGARKIRINA XAKA SÛRÎ KU JI ALIYÊ TIRKIYÊ VE HATIYE DAGIRKIRIN, EM Ê HER TIŞTÎ BIKIN

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê rejîma Sûriyê Feyesel Miqdad diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê re dê nemîne. Miqdad got: Dewleta Sûrî ji bo rizgarkirina xaka ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin ê her tiştê ku bi dest were bike.

 

Di daxuyaniyeke rojnamegerî de cîgirê Wezîrê Karên Derve Feysel Miqdad destnîşan kir ku divê Tirkiye baş bizanibe ku bi biştgiriya wê ji terorîstana re û dagirkirina wê ji xaka Sûrî re dê bandoreke neyînî li ser ewlehiya Tirkiyê bike.

Feysel Miqdad teqez kir ku ji bo rizgarkirina hemû herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ew ê her tiştekî ku bi dest wan were wê bikin.

Miqdad bal kişand ser rewşa Idlibê û ev tişt anî ziman:

Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku hebûna çeteyan li Idlibê êdî nema tê qebûlkirin, em nahêlin ku Tirkiyê yek santîmetre jî ji xaka Sûrî dagir bike.

Lê balkêşe ku ev helwesta rejîma Sûrî tenê di gotinan de dimêne û heta niha Efrîn di nav de ji bo dawî anîna dagirkeriya dewleta tirk li Sûrî ti bertekên li ser rûyê erdê nîşan nedane.

Leave a Reply

Back to top button