ADAM EARLY: TIRKIYE ALIYEKÎ ALOZIYA SÛRÎ YE Û TENÊ ŞERÊ KURDAN DIKE

Berdevkê rêveberiya serokê Emerîka yê berê George Bush, Adam Early got;
Tirkiye aliyekî sereke ji aloziya Sûrî ye.
Adam Early teqez kir ku dewleta Tirk ji bilî Kurdan, şer bi ti aliyan re nekiriye.

Di kongreyeke dîplomatîk der barê Îranê de, Berdevkê berê yê Emerîka, Adam Early diyar kir ku dijderketina Îranê di Sûriyê de mijarekî tevlihev e.

Adam Early destnîşan kir ku Îran bi hêsanî dest ji hebûna xwe di Sûriyê de bernade.

Der barê Tirkiyê de jî, Adam Early got, Tirkiye tu carî şûna Emerîka li herêmê nagire.

Tirkiye aliyekî aloziyê ye û weke Emerîka dijberiya xwe bi Îranê re nîşan nade.

Early teqez kir li gel dewleta tirk ya girîng tenê şerê bi Kurdan re ye û ev tişt anî ziman;

“Ji bo Tirkiyê, hebûna Îran an DAIŞ di Sûriyê de negirîng e, ya girîng tenê şerê Kurda ye.”

Leave a Reply

Back to top button