Îro li Cedayê Lûtkeya Ereban a 32. li dar ket

Lûtkeya Ereban a 32. li ser asta serokên Ereban li Erebistana Siûdî Cedayê dest pê kir.
Beşar Elesed jî piştî 12 salan beşdarî lûtkeyê bû.
Di Lûtkeyê de serokên Ereban gelek xalên girîng anîn ziman.

Lûtkeya Ereban a 32’emîn li bajarê Cedayê yê Erebistana Siûdî bi beşdariya serokê Hikûmeta Şamê Beşar Elesed îro hate lidarxistin.

Serokên Ereban ên ku beşdarî lûtkeyê bûbûn teqez kirin ku divê karê Erebî yê hevbeş careke din aktîv bibe.

Her wiha serokan kêfxweşiya xwe ya vegera Sûriyê li nava Lûtkeyê anîn ziman.

Ji xalên girîng yên ku serokên Ereban anîn ziman wiha ne:

‘Em rê nadin ku herêma me bibe qadeke şer û pevçûnan’

Axaftina Welî Ehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman wiha bû:

“Em bi beşdariya Beşar Elesed ji vê lûtkeyê re gelekî kêfxweşin.

Em ê bi hev re ber bi aştî, destekdayîn û avakirinê ve ku bikeve bin xizmeta gelê me de biçin”.

Doza Filistînî berê û niha jî doza her Ereb û Mislimanekî ye û dê ji tiştên sereke û bingehîn bimîne.

Em rê nadin ku herêma me bibe qadeke şer û pevçûnan.

Mihemed Bin Selman diyar kir ku ew amade ne bi rêya çareseriyên siyasî şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de rawestînin.

‘Piştgiriya plana 10 xal a ji bo rawestandina şer bikin’

Serokê Ukraynayê Zeleniskî jî ku di lûtkeyê de amade bû axivî û got:

“Ez wê yekê bawer dikim ku hemû dewletên Erebî baş fam dikin em di çi re derbas dibin û çi hestî jiyan dikin.

Di nav de, Ukraniyên Misilman parastina gelê Ukranî erkeke.

Çekên pêşketî yên gel dijmin hene gel me tune ye, lê em bi hêz dimînin ji ber ku em dizanin rastî li kêlka me ye.

Ez bang li serokên Ereban dikim ku piştgiriya plana 10 xal a ji bo rawstandina şer bikin.”

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas jî bang parastineke navnetewî ji bo xelkê Filistînî kir.

‘Em li beramber derfeteke dîrokî ji bo em rewşa xwe ji nû ve ava bikin’

Here weha Serokê Hikûmeta Şamê Beşar Elesed jî ku piştî 12 salan yekem car beşdarî lûtkeyê dibe ev axaftin kir.

“Em li beramber derfeteke dîrokî ji bo ji nû ve avakirina rewşa xwe ne.

Hêvî heye ku nêzîkatiyên Erebî Erebî hîn xurtir bibin û em bi hev re dest bi pêvajoyeke nû bikin.”

Beşar Elesed diyar kir ku divê lûtkeya Erebî rola xwe vegerîne û pêşî li destewerdanên derve yên li karûbarên wê dike, bike.

Lûtkeya Erebî ya 32 . bi gelek biryar û planan bi dawî bû.

Back to top button