Meclisa Rêveberiya Xweser 6 pêşniyarên herêma Firat û Minbicê erê kirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 pêşniyarên meclisên edalet, rêveber û meclisên qanûnsaz ên herêmên Firat û Minbicê erê kirin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya 24’an li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a li Navçeya Eyn Îsayî li dar xist.

Hevserokên Meclisa Giştî Sîham Qeryo û Ferîd Etê di nav de piraniya endamên meclisa giştî di civînê de amade bûn.

Di destpêka civînê de Meclisa Edaletê pêşniyara tevlîkirina Kemal Hac Elî ji bo endamtiya Meclisa Edaletê û zêdekirina peyva “Civakî” li ser navê meclisê da ku bibe Mecilsa Edaleta Civakî pêşkêşî Meclisa Giştî kir.

Piştî nîqaşan li ser herdu pêşniyaran hat erêkirin.

Bi vê yekê hejmara endamên Meclisa Edaleta Civakî bûn 13 endam.

Piştre meclisên qanûnsaz ên Minbic û Firatê pêşniyara hilbijartina Mihemed Elî li şûna Fatima Beko û Icîl el-Îdan li şûna Hemo Hiso wekî nûnerên herêma Firatê pêşkêşî Meclisê Giştî kir ya ji aliyê xwe ve pêşniyar pejirand.

Her wiha pêşnûmeyên Meclisa Rêveber a veguhestina Beşê Hawirdorê ji Desteya Tenduristiyê ji bo Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan û erekedarkirina Cîhan Mihemed ji bo Hevserokatiya Desteya Karûbarên Civakî a şûna Bêrîvan Hesen a ku îstîfa kir pêşkêş kir.

Piştre nîqaşkirina herdu pêşniyaran, ji aliyê meclisê ve hatin erêkirin.

Leave a Reply

Back to top button