Hikûmeta Iraqê: Em nema pereyan ji Başûrê Kurdistanê re dişînin

Hikûmeta Iraqê ragihand ku ger ew bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re negihêjin lihevkirinekê wê êdî nema pereyan ji bo herêmê veqetîne.

Wezareta Darayî ya Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ger tifaqkeke dawî navbera hikûmeta Iraqê û herêmê pêk neyê wê êdî ti peryan neşîne herêmê.

Wezareta Darayî destnîşan kir ku şandina 400 milyar dînarî beriya demekê ew piştî erkêkirina herêmê ji pêşniyara hikûmeta Iraqê ya çareserkirina hemû nakokiyên navbera wan de.

Ji Nîsana par ve, Meclisa Wezîran ya Iraqê daxwaz ji Wezareta Darayî kiribû ku veqetandina pereyan ji bo herêma Başûr rewestîne.

Her wiha pereyên berê jî ku ji bo herêmê hatîn dayîn vegerîne, ji ber herêma Başûr pereyên pêwîste bide hikûmeta navendî ji firotina petrola herêmê nedaye.

Ev çend meh in jî li herêma Başûrê Kurdistanê ji bo nedayîna mûçeyan, karmendên saziyan dadikivin qadan û bertekên xwe nîşan didin.

Back to top button