Besê Hozat: Erdogan dixwaze bi rêya hilbijartinan rejîma xwe mayînde bike

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Besê Hozat diyarkirin ku ji bo tolhildanê ji rejîma faşîst a Erdogan hilbjartinên 14’ê Gulanê firsendekî dîrokî ye divê herkes biçe ser sandogan û dengê xwe bidin partiya çep a kesk.

Derbarê heman mijaran de Hevseroka Konseya Rêvebir a KCK’ê Besê Hozat jî ji rojnameya serxwebûnê re axivî

Besê Hozat roja kedkaran a cîhanî pîroz kir û wiha got;

”Wê rihê 1’ê Gulanê bandoreke mezin li ser hilbijartinan bike, wê ev desthilatdariya talanker, diz, faşîst û mêtinger hilweşe.

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze bi rêya vê hilbijartinê xwe mayînde bike.

Lewma divê gelê me, jin û ciwan bi vê têgihiştin û hêrsê bê kêmasî dengê xwe bidin.

Gelekî girîng e ku deng ji Partiya Çepên Kesk re bê dayin.”

Besê Hozat: Faşîzma Erdogan ji asta têkoşîna jinê ditirse

Besê Hozat polîtîkayên desthilata Erdogan ên li hember jinê jî wiha nirxand:

“Erdogan ji hêza Jinê ditirse, ji hêza wê ya guhertina demokratîk a di nava siyasetê de ditirse.

Hilbijartin pêvajoyeke dîrokî ye ku hesab ji vê desthilatdariya dijminê jinê bê pirsîn.”

“Çareseriya pirsgirêka Kurd di têkoşîna topyekûn de ye”

Di dawî de Hevseroka Konseya Rêvebir a KCK’ê bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û got:

“Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê bi têkoşîneke topyekûn û têkoşîna demokrasiyê ya ku gelê me wê bi hêzên sosyalîst û demokratîk re bimeşîne pêk were.”

“Li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo têkoşînê geş bikin”

Back to top button