“Karker stûna bingehî ya civakê û tevgera şoreşên gelê menin”

Ji Başûrê Kurdistanê jî 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bi peyam û daxuyanî hatin dayîn û pîrozkirin. Di daxuyaniyan de banga parastina mafê karkeran bi awayê yasayî hate kirin.

Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Başûrê Kurdistanê jî gelek peyame û daxuyanî hate dayînê.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi boneya 1’ê Gulanê peyamek belavkir û tê de ev tişt got:

“Roja Karkeran a Cîhanê li hemû karkerên Kurdistanê pîroz be û destê wan yê westayî digrim.

Karker stûna bingehîn ya civakê û tevgera şoreşên gelê menin.”

Li Wargeha Mexmûrê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî jî bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Daxuyanî ji aliyê xebatkara Şaredariyê Mexmûrê Jiyan Pûsat ve hat xwendin û wiha hate gotin:

Jiyan Pûsat: Em bi ruhê 1’ê Gulanê faşîzmê hilweşînin

“Li hemberî pergala dewlet-kedxwar a hezar salî, bi têgihiştin û ruhê 1’ê Gulanê em dakevin qadan û xwedî li îradeya xwe derbikevin.

Em di kesayata şehîdên meha Gulanê de, hemu şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibîrtînin.”

Jiyan Pûsat di dewamiyê de balkişande ser hilbijartinek li Tirkiyê û wiha got:

Em ber bi hilbijartineke dîrokî ve diçin û hilweşandina dagirkerî û faşîzmê nêzîkbûye.

Em bi kelecana serkeftina hilbijartinê, bi ruhê 1’ê Gulanê dakevin qadan, faşîzmê hilweşînin.

Keda mirov îradeya mirove, biparêzin xweseriya gelan ava bikin. ”

“Divê mafê karkeran bi yasayê were parastin”

Yekîtiya Sendîkaya Karkerên Başûrê Kurdistanê jî bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyek belavkir.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar hate kirin da ku ji bo bicihanîna yasaya teqawîdan, ewlehiya civakî, yasaya kar û yasaya rêxistina sendîkayê bixebitin.

Her wiha hate diyar kirin ku divê mafê karkeran bi yasayî were parastin.

“Yasaya rêxistina karkeran, bixin meriyetê”

Şaxa Yekîtiya Sendîkaya Karkerên Herêma Kurdistanê ya li Silêmaniyê bi boneyê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar hate kirin daku yasaya rêxistina kar bixe meriyetê.

Back to top button