Li Sûrî meha Adarê: 393 Kes hatin kuştin

Ji ber şer û aloziya li welat asoyên aram xuya nake.
Di meha Adarê de li Sûriyê bi rê û rêbazên cuda nêzîkî 400 kes hatine kuştin.

Tevî ku 12 sal li ser Şoreşa Sûriyê derbas bû lê hîn jî şer û dûman ji nava welat kêm nebûye.

Gelê Sûriyê ji bo berjewendiyên hin dewletan heta niha xwînê dirjînin.

Çendîn caran bi navê ‘Bidawîbûna aloziya li Sûriyê’ civîn hatin lidarxistin lê hemû bê encam man.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê eşkere kir ku di meha Adarê de li Sûriyê 393 kes hatine kuştin.

Ji wan 195 sivîl in.

“Di êrişên Israîlê 17 kes ji çekdarên Îranê û hêzên hikûmetê hatin kuştin”

Artêşa Îsraîlê di nava meha Adarê de jî êrişên xwe yên li ser xaka Sûrî ranewestand.

Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê SOHR bîlançoya meha Adarê yên êrişên Îsraîlê eşkere kir.

Artêşa Îsraîlê di vê mehê 6 caran bi balafir, mûşek û topan navendên çekdarên Îranê û hêzên hikûmetê yên li Heleb, Şam, Hema û Tetûs hedef girtin.

Di encamê de 17 kes ji çekdarên Îranê û hêzên hikûmetê hatin kuştin.

Her wiha gelek navend û cihên çekdarên Îranê hatin rûxandin.

Îsraîlê ji serê salê û heta niha 8 caran êrişî xaka Sûriyê kiriye.

Hikûmeta Şamê jî tenê di warê ragihandinê van êrişa şermezar dike.

Li Derayê di vê mehê de 35 kes hatine kuştin

Li Derayê jî alozî didome.

Çavdêriya Sûrî di meha Adarê de sûcên ku li Deerayê pêk hatin jî, eşkere kir.

Li Deera ji wan 11 sivîl 35 kes di bûyerên hedefgirtin, şerê hêzên hikûmetê û çekdarên xwecihî de, hatine kuştin.

Back to top button