QSD’Ê ÊRÎŞA ÇETEYAN A LI SER RÊYA M4 TÊK BIR

Edî roja 22’an Berxwedana Rûmetê jî em li pey xwe dihêlin. Îro jî li seranserê eniyên şer, dagirkeriya dewleta tirk êrîşên xwe ranewestindin. Şervanên QSD’ê êrişa dagirkeran ya li ser rêya Duwelî ya M4 şikand.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi erebeyan û tangan êrişî rêya Duwelî ya M4 ya li nêzî depoya Şerkirakê ya di navbera Eyn Îsa û Kobanê de kir.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişên dagirkeran da.

Di êrîşê de sê erebeyên dagirkeran hatin derbekirin.

Gelek kuştî û birîndarên dagirkeran çêbûn, çeteyên din jî neçar man birevin.

Her wiha Balafirên keşfê li ser esîmanê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê giryan.

 

Leave a Reply

Back to top button