Bi slogana “YPJ hêza misogeriya azadiya jin, parastina ax û têkbirina dagirkeriyê ye”, konferansa 3. a YPJ’ê ku duh dest pêkir îro bi daxwiyaniyekê bi dawî bû.
Konferansa YPJ`ê bi beşdariya 400 delegeyan hate lidarxistin.
Axaftina vekirina konfransê duh ji aliyê Endama Fermandariya giştî ya QSD’ê, Newroz Ehmed ve hat kirin.
Newroz Ehmed diyar kir ku Bi pêşxistina şerê gel ê şoreşgerî wê êrîş têk biçin.
Her wiha gelek axaftinên din jî hatin kirin .
Di konferansê de rewşa siyasî û leşkerî li ser asta cîhanê, Rojhilata Navîn, Sûriyê û qada Kurdistanê hatin nirxandin.
YPJ`ê bernameya yekemîn a konferansê bi belavkirina rapora salane bidawî kir û dê îro hat nîqaşkirin.
Konferans îro bi xwendina rapora salane ya kar û xebatên YPJ’ê nîqaşkirina rewşa rêxistinî û derbaskirina rêziknameyê di ber çavan re, û derxistina encaman bi dawî bû.