Balafirgeha Odessa ji aliyê Rûsyayê ve hate bombardimankirin

Piştî rûxandina Bendera Marîupolê, artêşa Rûs bi moşekan balafirgeha Odessa bombardiman kir.
Hat gotin, êriş ji aliyê herêma Kirimê ve hatiye kirin.
Rûsya jî êriş piştrast kir û got, navenda çekên ku welatên biyanî şandine Ukraynayê bûye hedef.

Balafirgeha bajarê Odessa doh bû armanca êrişa moşekên Rûsyayê.

Li gorî encamên pêşî, ji ber êrişê zerar li avahiyên balafirgehê bû.

Parêzgehê Odessa Maksîm Marçenko êrişa weke dijminane binav kir û got,

Artêşa Rûs ji herêma Qirimê êriş kir. Her çendî zirar li avahian bû jî lê ti kesî jiyana xwe ji dest neda.

Wezareta Parastinê ya Rûsya: Me navenda çekên biyanî li balafirgeha Odessa rûxand

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê êrişa li dijî balafirgehê piştrast kir.

Li gorî îdîaya wezaretê, di êrişê de navenda çekên ku welatên biyanî şandine Ukraynayê hate teqandin.

Wezareta parastinê wekî din diyar kir ku pergala wan a parastina ezmanî, 2 balafirên şer ên Ukraynayê jî xistine xwarê.

Hejmareke sivîlên ku li Marîupolê asê mabûn hatin derxistin

Li aliyê din rewşa aloz a li kargeha dorpêçkirî ya bajarê Marîupolê jî dewam dike.

Bi sedan leşkerên UIkraynî yên di tûnelan de asê mane ragihandin ku ew ê xwe teslîm nekin.

Lê xuya ye ku wê ev rewş ji bo silvîlan cûda ye.

Lewma doh 20 sivîl ji tûnelan derketin û xwe gihandina herêmê ewle.

Wezareta parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku hejmara sivîlê derketine 46 e..

Li gorî agahiyan, li derdora gargeha bajarê Marîupolê, tevî leşkerên di tûnelan de, bi sedan sivîl jî hene..

Neteweyên Yekbûyî bang li Mosko kiribû da ku ji bo rizgarkirina sivîlan rê veke..

Back to top button