192 rojin Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin

Bertek û helwestên dijî revandina Rojnamevan Silêman Ehmed zêde dibin.
Mamostayê Zanîngehê Necat Rostî têkildarî revandina Silêman Ehmed axivî û got:
“Li Başûrê Kurdistanê azadiya rojnamevanî roj bi roj paşde dimîne.
Revandina Rojnamevan Silêman Ehmed di keve di kategoriya karên terorî de.

Li cîhanê azadiya fikir û karê Rojnamevanî cihê xwe di çarçoveya mafên mirovan de digre.

Lê li Başûrê Kurdistanê desthilat her ku diçe azadiyan tengtir dike.

Ger Rojnamevan di berjewendiya desthilatê de kar neke, wê rûbirûyê êşkence, girtin, revandin û kuştinê werin.

Di vê çarçoveyê de zêdetirî şeş mehin Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û heta niha jî agahî jê nayê girtin.

Di derbarê rewşa azadiya karê Rojnamevanî ya li Başûrê Kurdistanê de, Mamostayê Zanîngehê Necat Rostî axivî.

Necat Rostî: Li Başûrê Kurdistanê azadiya Rojnamevanî roj bi roj şûn de dimîne

Mamostayê Zanîngehê Necat Rostî da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê azadiya rojnamevanî roj bi roj şûnde dimîne û got:

“Roj bi roj tûndiya li beramberî Rojnamevanan zêdetir dibe.

Li her welatek dema muxalefet kar neke, rojnamevan û çalakvan rola muxalefetê dibînin.

Azadî ji aliyê desthilatê ve bi zehmetî tê dayîn, divê azadî ji aliyê Rojnamevan û çalakvanên Başûrê Kurdistanê ve were bidestxistin.”

Necat Rostî: Divê sendîkaya Rojnamevanan ji bo Silêman Ehmed zêxtê li deshilatê bike

Di derbarê revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed de jî Mamostayê Zanîngehê Necat Rostî wiha axivî:

“Mixabin ev demek dirêje Rojnamevan Silêman Ehmed girtiye.

Sendîkaya Rojnamevanan û aliyên peywendîdar ku rêxistinên civaka sivîlin, zext nekirine daku ev rojnamevan û çalakvanên di girtîgehan de ne bêne berdan.

Ev ne cara yekeme rojnamevan tên girtin û nahêlin kesûkarên wan hevdîtinê li gel de bikin.”

Necat Rostî: Revandina Rojnamevan Silêman Ehmed dikeve di kategoriya karên terorê de

Li ser revandina Silêman Ehmed jî Necat Rostî got:

“Revandina rojnamevan Silêman Ehmed dikeve di kategoriya karên terorê de.

Her kesek tê girtin divê li gor yasa Iraqê yan jî yasa Rojnamevanî ya Başûrê Kurdistanê bê dadgehkirin û biryar li ser were dayîn.

Silêman Ehmed tawanek mezin nekiriye heta li ser desthilata Kurdî bibe metirsî.

Tenê karê rojnamevanî kiriye.

Dibe fikra Silêman Ehmed ne li gor ya desthilatê be yan jî nûçeyek li dijî desthilatê belav kiribe.

Ji bona wê divê bi rêya rêxistinên civaka sivîl yan jî rêxistinên navdewletî zextan li ser desthilatê bikin daku Rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.”

Back to top button