“Eger hilbijartin neyê kirin, wê herêm bi metirsiyeke mezin re rûbirû bimîne”

Îhtimalên paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê zêdetir dibin.
Û PDK bi rêya Nêçîrvan Barzanî hemû hewlan dide ku hilbijartinê paş bixe.
Berpirsê Melbendê YNK’ê yê Germiyanê Dr. Salar Mehmûd derbare mijarê de axivî û got:”Em weke YNK bi israrin ku hilbijartin di dema xwe de bê kirin.
Ji ber ku eger hilbijartin neyê kirin wê Başûrê Kurdistanê bi metirsiyeke mezin re rûbirû bimîne.”

PDK’ê li nav Başûrê Kurdistanê û Iraqê hemû hewlên xwe daneye ji bo ku hilbijartin pêk neyên.

Ji bo ku deshilata xwe bidomîne û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û aloztirkirina rewşa Başûrê Kurdistanê kar dide meşandin.

Hemû aliyên din yên sereke yên Başûrê Kurdistanê, Iraq û civaka navdewletî li gel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.

Berpirsê Melbenda YNK’ê ya Germiyanê Salar Mehmûd behsa bandor û metirsiyên paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir.

Salar Mehmûd: Şovenîstên Iraqê ji sîstema Federal poşmanin û dixwazin destûrê biguherînin

Salar Mehmûd got:

“Şovenîst Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û statuya Herêmê naxwazin.

Li ser vê mijarê nêrîneke min a taybet heye ku bi baweriya min hinek ji şovenîstên Iraqê ji sîstema federalî poşmanin.

Sîstema federalî li Iraqê yekem car ji aliyê Kongreya Opozîsyona Iraqê ve di sala 2000 de li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hat pêşniyarkirin.”

“Eger hilbijartin bên paşxistin, dê bibe metirsiyeke mezin li ser pêşeroja herêma Kurdistanê”

Berpirsê Melbenda YNK’ê Salar Mehmûd got;

“Gotegot hene ku dê desturê Îraqê bê guhertin, ku ew destûr bê guhertin jî wê destpêkê destkariya madeya 140 û kêmkirina mafên gelê Kurd bê kirin.

Lewma eger hilbijartin bên paşxistin metirsiyeke mezin li ser pêşeroja Başûrê Kurdistanê heye.

Beriya du salan Pema parlamentoya Başûrê Kurdistanê bidawî bûbû.

Dadgeha Federal ya Iraqê, Parlamentoya Başûrê Kurdistanê betal kir.

Li ser gilî û gazinceke din îhtimal heye parlamentoya Başûrê Kurdistanê were hilweşandin.”

Salar Mehmûd : Em weke ynk bi israrin ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin

Di dewamê de Berpirsê Melbenda YNK’ê ya Germiyanê Salar Mehmûd têkildarî helwesta partiya xwe YNK’ê ya derbarê hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de got;

“Eger hilbijartin neyên kirin, îhtimal heye Iraq Başûrê Kurdistanê weke parêzgehekê binirxîne.

Ji ber vê yekê em weke YNK em bi israrin ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.

Nekirina hilbijartina parlamentoyê wê Başûrê Kurdistanê bixe nava metirsiyeke mezin.”

YNK: Emê li dijî her hewlek ne rewa ya paşxistina Hilbijartinê bin

Back to top button