Gurcistan û Almanyayê ji bo pêşîgirtina li koçberiya neqanûnî peymanek îmze kirin.
Di peymanê de ji bo karkerên demsalî, xwendekar û stajyeran rêzikname têne danîn.
Di navbera Almanya û namzedê Yekîtiya Ewropayê (YE) Gurcistanê de lihevkirinek hat kirin, ku di derbarê koçberan de hevkariyeke nêzîktir tê pêşbînîkirin.
Di çarçoveya peymanê de tê plankirin ku ji bo ji nû ve entegrekirina kesên ku piştî redkirina daxwaza penaberiyê vegeriyan Gurcistanê, tedbîr bên girtin.
Li gorî rayedarên berpirsiyar ji dersînorkirinên li Almanyayê, Gurcistan jixwe di vegerandina hemwelatiyên xwe yên ku neçar mane welatê xwe terk bikin hevkariyek baş nîşan dide.
Isal 9 hezar gurciyan serî li Almanyayê dane
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Federal, îsal di navbera Çile û Mijdarê de nêzî 9 hezar Gurciyan serî li Almanyayê dane.
Tenê ji sedî yek ji Gurciyên ku di sê salên dawî de mafê penaberiyê xwestine, statûya parastinê wergirtine.
Hikûmeta Tiblîsê niha alîgirê karkerên Gurcistanê yên ku koçî Almanyayê dikin, nade.
Di 11 mehên îsal de zêdetirî 304 hezar yekem serlêdanên penaberiyê li Almanyayê hatin kirin.



