Di topbarana gundekî Minbicê de welatiyek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker gundê Seyade yê bakurê rojavayê Minbicê topbaran kir, di encamê de welatiyek birîndar bû.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyade yê bakurê rojavayê Minbicê topbaran kir, di encamê de welatiyê bi navê Ehmed Elî (20) birîndar bû. 

Li kêlek wê jî pezê wan jî telef bûn.

Ehmed Elî rakirin Nexweşxaneya Firatê.

Artêşa dagirker gundên kantona Efrîn-Şehba topbaran kirin

Hemwextî van êrişan, artêşa dagirker bi çekên giran gundên Kantona Efîrn-Şehbayê jî topbaran kir.

Ji saetên siharê ve, dewleta Tirk a dagiker û çeteyên xwe gundên Til Rifet , Şera , û Şehbayê bi dijwarî topbaran dike.

Di encama van topbaran de zerarên madî çêbûne

Dewleta Tirk 5 gundên kantona Minbicê topbaran kir

Back to top button