Li Minbicê şehîd Ehmed Mihemed hat oxirkirin

Şêniyên Minbicê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Mihemed El Mubarek li goristana şehîdan oxirkiririn.

Xelkê Minbicî, hêzên leşkerî û partiyên siyasî ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Mihemed Mubarek li goristana şehîdan kom bûn.

Şehîd ehmed El Mubarek dema erka xwe pêk tanî şehîd bûbû.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Qehreman axivî û got:

“Di oxira parastina vê axê û gel de, me gelek şehîd dane.

ji ber vê yeke dijmin tucarî nikare vîna me ji bo avakirina pirojeya demokrat bişkîne.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button