Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi panelê rewşa siyasî û astengiyên li hemberî welat nîqaş kir.
Bi diruşma ‘Pêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyê’ MSD li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê panelek li dar xist.
Di panelê de rewşenbîr, çalakvanênsiyasî, rûspiyên eşîran û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Dêrazorê beşdar bûn.
Di panelê de cîgirê Desteya Hevserokatiya MSD’ê Xesan El Yûsif got:
“Ji bo gihandina çareyeke siyasî ya Sûriyeyî ku tê de edalet û wekhevî hebe, em danûstandinê bi hemûyan re dikin.”
Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Elî behsa rewşa siyasî kir û got:
“Gelek dewlet li herêmê hene û li ser guhartina nexşeya Rojhilata Navîn xebitîn.
Ji ber wê divê em rewşê binirxînin, analîze bikin û li ser bixebitin. Lê ger wisa nebe, em ê li pêşberî gelek astengiyan bin.”
Elî li hemberî kesên dixwazin aramiya herêmê têk bibin jî banga hişyariyê kir.
Piştre beşdaran nêrînên xwe yên li ser mijaran anîn ziman.