Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 290 de û bi koma 58’an, berdewam dike.
Duh dewirgirtina çalakiyê li Komîteya Malbatên Şehîdan a wargehê bi kombûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 57’an Yusuf Gundikî axivî.
Yusuf Gundikî diyar kir ku ev 38 meh in ti agahî ji Rêbe Apo nayê giritin û got:
“Serokê me hebûna me ye, Serokê me rûmeta me ye, eger em li Serokê xwe xwedî derbikevin em li xwe, gelê xwe û gerîlayên xwe xwedî derdikevin.
Em li vêderê bang li gelê Kurd û gelê xwedî wijdan dikin ku asta têkoşînê bilind bikin da ku em tecrîdê bişkênin û Rêber Apo azad bikin.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.



