Zarokekî niştecihên biyanî li bajarokê Raco yê Efrîna dagirkirî, bi amûrekî tûj li zarokekî bajar xistiye û ew birîndar kiriye.
Çavkaniyên xwecih ragihand ku zarokekî niştecihên biyanî yên ji bajarê Hesekê hatine û li bajarê Racoyê bi cih bûne ku navê wî Elî Derwîş (15) e bi amûreke tûj li zarokê bi navê Mihemed Ferîd Mistefa (9) yê ji gundê Çeqmaqayê Mezin û li Racoyê dimîne, xistiye.
Li gorî çavkaniyan, bûyer 1`ê Gulanê li qada dibistana Sabit Xelef El Hoş qewimiye.
Heman çavkaniyan da zanîn ku zarok Mistef ji serê xwe de birîndar bûye û li nexweşxaneya Racoyê hatiye dermankirin.
Lê belê sedema bûyerê nehatiye zanîn.
Ji destpêka 2024’an ve, ev cara pêncan e bûyereke bi vî rengî diqewime.
Di piraniya wan bûyeran de amûrên tûj wek kêr hatine bikaranîn.


