Ruksen Mihemed: Yên ku Denîz Gezmîş qetil kirin Rêber Apo jî armanc girtin

Di 6’ê GHulana sala 1972’an jî Denîz Gezmîş, Huseyin Înan û Yusuf Aslan hatin darvekirin.
Her wiha di 6’ê Gulana sala 1996’an de jî Rêber Apo hat armacgirtin.
Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed derbarê vê yekê de axivî û got:
“Yên ku Denîz Gezmîş qetil kirin Rêber Apo jî armacgirtin.”

Ciwanên pêşeng yên ji bo gelê Kurd û Tirkiyê têkoşiyan û 6’ê Gulana 1972’an hatin darvekirin Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan tevî 52 sal derbas bûn jî nehatin bîrkirin.

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin-YPJ Ruksen Mihemed derbarê mijarê de axivî.

Ruksen Mihemed diyar kir ku yên ku Denîz Gezmîş qetil kirin Rêber Apo jî armacgirtin û got:

“Di 6’ê Gulana sala 1996’an de armancgirtina Rêber Apo, ne tenê bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hat, di nav vê planê de NATO û gelek hêzên herêmî cihê xwe girtin.

Yek ji pêngavên esasî yê şerê li dijî Rojhilata Navîn şerê Kendavê bû.

Ji bo ku serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn bidin avakirin, wek lingê vî şerî yê duyemîn jî êrîşa 6’ê gulanê li dijî Rêber Apo pêk hat.”

Ruksen anî ziman ku ramanên demokratîk yekîtiya di navbera gelan de pêş dixîne, lewre hêzên hegemon vê yekê ji bo xwe xeteriyeke herî mezin dibînin û wiha domand:

“Rêber Apo ji ber ku li dijî sîstema kapîtalîst sîstema alternatîf pêş dixist, hêzên hegemon xwestin pêşiya wî bigirin.

Di 6’ê gulana sala 1916’an de jî 21 rewşenbîrên Ereb li Şam û Beyrûdê hatin darvekirin, di 6’ê gulana sala 1972’an jî Denîz Gezmîş, Huseyin Înan û Yusuf Aslan birin ber sêdareyê.

Êrîşa li dijî Rêber Apo jî di heman dîrokê de pêk anîn.

Ev jî dide diyarkirin ku dîroka êrîşa li dijî Rêbertî bi taybet hatiye hilbijratin û pê re peyam têne dayîn.”

Back to top button