Li Minbicê zarokek di êrişa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû

Mîna her roj, îro jî gundên Minbic û şehba rastî topbarana dewleta Tirk a qirker hatin.
Di encama topbarana çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Minbicê de zarokek birîndar bû.

Di danê piştî nîvro de jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê topbaran kir.

Di encama êrişê de zarokeke birîndar bû.

Zarokê birîndar bûye, navê wî Hesen El Bekar yê 11 salî ye.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me yên li Minbicê ji mere ragihandine ew zarok niha li nexwaşxaneya tê dermankirin û rewşa wî başe.

Dagirker gundên li Şera û Şêrewa topbaran kirin

Di danê êvarê de jî artêşa Tirk a dagirker gundên Tinib û Merenazê yên navçeya Şera ya herêma Efrîna dagirkirî topbaran kir.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di encama topbaranê de zirar gihîştiye malên sivîlan.

Beriya wê jî dewleta Tirk a dagirker derdura gundê Aqîbê û daristana gundê soxanekê yê girêdayî navçeye Şêrewa ya kantona Efrîn topbaran kirin.

Di heman demê da gundê dêrqaq yê girêdayî şehba jî rastî topbaranê hat.

Back to top button