Li Bakûr û Rojhilatê Sûryê kom bi kom xwendina pirtûkên Rêber Apo berfireh dibe.
Çalakiya xwendina pirtûka Rêber Apo a Sosyolojiya Azadiyê, li Parka Xwendinê ya Bajarê Qamişlo li dar ket.
Di demekî de ku sîstema kapîtalîst û dewleta neteweyê jiyan li civakê teng kiriye fikrên Rêber Apo ji bo xilasiya ji vê pirskirêkê weke çareserî tê dîtin.
Di vê çarçoveyê de gelên li Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê kom bi kom pirtûkên Rêber Apo dixwînin û li ser nîqaş dikin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pirtûkên Rêber Apo nîqaş dikin
Ev pêngav roj bi roj her ku diçe berfirehtir dibe.
Li seranserî herêmê gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Sûryanî, Tirkmen û gelek pêkhateyên cuda bi jin û ciwana di nava komên xwendinê de cihê xwe digirin û li ser pirtukan fikrên xwe tînin ziman.
Pirtûka Sosyolojiya Azadiyê li Qamişlo hate xwendin
Di vê çarçoveyê de îro jî koma xwendinê ya ku ji rewşenbîr, siyasetmedar û endamên saziyan pêk dihat, parêznameya Rêber Apo a Sosyolojiya Azadiyê xwendin.
Koma xwendinê vê hefteyê beşa 5. Mijara Aqilê Civakî xwend û nîqaş kir.
Di nîqaşan de hat diyarkirin ku pergala Kapîtalîzmê dîrokê ji xwe dest pê dike û hemû pêşketina hêza aqilê civakî dixe xizmeta xwe.
Her wiha di nirxandinan de hat destnîşankirin ku pergala kapîtalîzmê bi aqilê analîtîk di şexsê jinê de civak guvaşt û li ser esasê desthilatdariyê hemû qadên jiyanê û xweza jî xirab kir.
Di nêrînên hevpar ya komê de, ji bo derbaskirina pirsgirêkên ku pergala Kapîtalîzmê li ser civakê ferz dike, analîz û perspektîfên Rêber Apo di warê dîrokî, çandî û civakî de derketin pêş.
Ev koma xwendinê hefteyê carekê rojên Yekşemê beşên pareznameya dixwînin û nîqaş dikin.