Bakirhan û Hatîmogûllari serdana şaredariya Amed û Mêrdînê kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari îro serdana Şaredariya Amed û Mêrdînê kirin.
Hevserokan di serdanê de serketina Şaredariyan pîroz kirin.
Bakirhan diyar kir ku qeyûman şaredarî di bin deynan de hiştiye lê ew ê vê pêvajoyê derbs bikin.
Piştre jî Hevserokên DEM Partiyê tevlî pîrozbahiya Cejna Paskalyayê ya li Dêra Kirklarê bûn.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari îro serdana Şaredariya Amed û Mêrdînê kirin.

Di serî de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê cûne serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Parlamenter û rêveberên partiyê yên bajar jî di serdanê de cih girtin.

Şande, ji hêla Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun û hevşaredarên navçeyan ve hatin pêşwazîkirin.

“Em bawerin ku wê hevşaredarên me xizmetekî baş ji gel re bikin”

Bakirhan, di serdanê de di şexsê şaredariyan de xelkê bajar pîroz kir û got:

“Em di wê baweriyê de ne ku wê hevşaredarên me xizmetekî layiqî xelkê me bikin.”

Hevserokên giştî di serdanê de şampiyontiya Amedsporê jî pîroz kirin.

Piştî axaftinan, serdan ji çapemeniyê re girtî hate domandin.

“Qeyûman şaredarî di bin deynan de hiştiye lê em ê vê pêvajoyê derbs bikin”

Piştre jî Hevserokan berê xwe dane Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.

Hevşaredar Devrîm Demîr û Ahmet Turk di serdanê de rewşa şaredariyê vegotin.

Hatîmogûllari di serdanê de diyar kir ku gel li benda xizmetê ye û got:

“Wê çavkaniyan biafirînin û xizmetekî layiqî gel bikin.”

Bakirhan jî anî ziman ku qeyûm şaredarî di bin deynan de hiştiye lê ew ê vê pêvajoyê derbs bikin, pirsgirêkan çareser bikin û xizmeteke herî baş ji bo gel bikin.

Hevserokên giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn

Hevserokên giştî û şandeya pê re piştre jî tevlî pîrozbahiya Cejna Paskalyayê ya li Dêra Kirklarê bûn.

Şande ji hêla Metropolît Mor Fîloksînos Salîba Ozmen, Serekkeşe Horî Gabrîel Akyuz û welatiyan ve hate pêşwazîkirin û Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de hêviya jiyaneke wekhev û azad hate kirin

Metropolît Mor Fîloksînos Salîba Ozmen li wir axivî û diyar kir ku divê jiyaneke wekhev were avakirin.

Hatîmogûllari jî hêvî kir ku Cejna Paskalyayê bibe wesîleya xurtkirina xwişk-biratiyê û got:

“Daxwaza me ya sereke aştî ye. Em dikarin herêmeke azad ava bikin.”

Bakirhan jî Cejna Paskalyayê pîroz kir û hêviyan jinaneke azad û wekhev kir.

Back to top button