Li Hema û Idlibê şerê navbera hêzên Hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê dewam dike

Li Hema û Idlibê şerê di navbera hêzên Hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan diyar kir ku duh di saetên şevê de, hêzên bi ser Hikûmetê gundewarên başûrê Idlibê, da ber topan.

Li Hemayê jî gundê Qilêdîn ji hêla hêzên hikûmetê ve hat armanckirin lê der barê encamên êrîşan de agahî nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk 15 maşîniyên leşkerî yên din derbasî Idlibê kirin

Her weha artêşa Tirk a dagirker 15 maşîne û alavên leşkerî û lojistîk yên din di deriyê Kerfer Losîn re derbasî Idlibê kir.

Çavdêriyê diyar kir ku ji sibata 2020’an û heta niha dewleta Tirk 11 hezar û 670 maşîneyên leşkerî derbasî herêmê kirin.

Back to top button