Denîz Gezmîş û hevalên wî hatin bîranîn

Denîz Gezmîş û hevalên wî di salvegera 52. de hatin bibîranîn.

Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan tevî 52 sal derbas bûn jî nehatin bîrkirin.

Li Mersînê ji bo ciwanên pêşeng yên ji bo gelê Kurd û Tirkiyê têkoşiyan û 6’ê Gulana 1972’an hatin darvekirin merasîma bîranînê pêk hat.

Rêxistinên çep-sosyalîst, saziyên elewiyan, partiyên siyasî û hêzên ked û demokrasiyê tev li merasîmê bûn.

Li cihê bîranînê pankarta “Yên ku strana ked, azadî û xwişk-biratiya gerdûnî striyayîn dîrok hişyar kirin” hate daliqandin.

Merasîma bîranînê bi xwendina helbestan û gotina stranan bi dawî bû.

KCK’ê Denîz Gezmîş û hevalên wî bi bîr anî

Back to top button