Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin

Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhateyên Xiristiyan Cejna Paskalyayê pîroz dikin û berê xwe didin dêran da ku ayînên taybet bi cih bînin.

Îro Cejina Paskalya anku Cejna Qiyametê ye.

Ev ceijn ji girîngtirîn cejnên xiristiyan e.

Xiristiyan di vê rojê de vejîna Îsa pêxember piştî 3 rojan ji xaçkirinê, pîroz dikin.

Di vê rojê de Rojiya Mezin ku 50 rojan dom dike, bi dawî dibe.

Şahî li dêran bi dengê zengilên dêran, nimêj û ayînên taybet ên Paskalyayê dest pê dike.

Xiristiyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Suryan, Asûr û Keldan) ji saetên serê sibehê ve berê xwe didin dêran da ku cejnê pîroz bikin.

Di Paskalyaê de wek nîşaneya vejînê hêk tên boyaxkirin û li zarokan tên belavkirin.

Her wiha xiristiyan dêr û malan dixemilînin.

Keşeyê Xirstiyanan jî li ser wateya rojê nirxandin kir.

Di merasîman de sirûdên olî hatin xwendin.

Back to top button