Herêma Firatê-Demsala rakirina berhemên çandiniyê dest pê kir

Li herêmê dema çinîna dexl û danan destpê kir.
Ji her alî ve jî, şêniyên herêmê ketine nava tevgerê.
Çotkarên ku li nava zeviyên xwe çinînê dikin axivîn û diyar kirin ku ew bi çinîna nîsk, nok, colik, kemûn û hwd debara mala xwe dikin.

Dema rakirina berhemên çandiniyê hat.

Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê genim, ceh, baqle, colban û hwd tên çandin.

Ev berhemên çandiniyê debara sereke ya quta xelkên herêmê ye.

Cotkaran li herêma Firatê dest bi çinîna ceh kir.

Welatiyê bi navê Elî Daban derbarê berhemên çandiniyê li kantona Firatê axivî û diyar kir ku li kantonê nîsk, nok, colik, kemûn hwd tên çinîn.

Sultan Kereho jî dibêje ev 10′ roj e wan dest bi rakirina niskan kiriye.

Jina bi navê Necme Nebî anî ziman ku bi çinîna nîsk, nok, colik û cureyên din yên çandiniyê debara xwe dikin.

Rebûi Xelîl jî temenê xwe 70 salî ye û bi nevî û zarokên xwe re paleya nîskan dike.

Rebûi Xelîl behsa bîranîn xwe yê berê yên dema paleyê kir.

Nûredîn Şêxo jî da zanîn ku Rêveberiya Xweser berhemên çinînê bi miqdareke baş ji wan dikire.

Back to top button