DYA nerehetiya xwe ya kirîna Su-35’ên Rûsya ji aliyê Misrê ve diyar kir

Misir dixwaze ji Rûsya balefirên Su-35 yên nûjen bikire.
DYA li hemberî vê yekê nerehetiya xwe anî ziman û ji Tirkiyê jî xwest ku S-400’ên Rûsya li gel xwe negire.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Wezareta Karên Derve ya DYA hatî weşandin, wezîr Antony Blinken bi hempîşeyê xwe yê Misrî Samîh Şukrî re li ser mijarê axiviye.

Di peywendiya bi rêya telefonê pêk hatî de, Blinken dilgiraniya xwe li ser hewilsanên Misir yên ji bo kirîna balefirên Su-35’ên Rûsya aniye ziman.

Rojnameya Kommersant ya Rûsya jî di Adara 2019’an de ku nûçeya xwe spartî çavkaniyên xwe yên taybet ragihandibû, Moskova û Qahîre li ser kirîna balefirên Su-35 yên nêçîrvaniyê li hev kirine.

DYA Ji bo Tirkiye: S-400’an li gel xwe nehêlin

Li aliyekî din Rêveberiya nû ya DYA ji bo Tirkiye çekên Rûsya yên kirî lê vegerîne zextên xwe didomîne.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîka John Kirby careke din bang li Tirkiyê kir ku sîstema parastina esmanî ya S-400 a Rûsya ku di destê we de ye vegerînin.

John Kirby diyar kir ku têkildarî vegera Tirkiyê li projeya balefirên F-35 jî ti guhertin çênebûye.

Back to top button