Li Silêmaniyê her sê fermandarên YPJ’ê di çil rojiyan xwe de hatin bîranîn

Li Silêmaniyê her sê fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabur di çilrojiya şehadeta xwe de hatin bîranîn.
Di merasîmê de peyama YPJ’ê hat guhdarkirin, YPJ’ê soza tolhildana şehîdan da.

Merasîma bîranînê ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin.

Di merasîmê de nûnerên gelek rêxistinan, partiyên siyasî, kesayet û rewşenbîr amadebûn.

Piştre li ber wêneyên her sê şehîdan gul hatin danîn û mûm hatin pêxistin.

Di merasîmê de Nûnera Kongra Star Roza Hesen axivî û got:

“Armanc ji vê êrişê şikandina îradeya gelê Kurde.

Dijmin jî baş dizanin şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye.

Ji bona wê ev şoreş wê biserkeve.

Em soz didin tola şehîdan hilînin.”

Her wiha peyama bi dîmen a Fermandara YPJ’ê Nûjîn Dêrik jî di merasîmê de hat guhdarkirin.

Nûjîn Dêrik soza tolhildana her sê fermandarên jin da.

Back to top button