Fransa, Brîranya, Îtalya û Almanyayê gefa cezakirinê da aliyê li pêşiya danûstandinên lîbî radibin

Civîna duyemenîn a danûstandinên aliyên Lîbyayê destpê kir.
Fransa, Almanya, Brîtanya û Îtalyayê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin kîjan alî hewl bidin pêvajoya aştiyê ya li Lîbyayê asteng bikin wê ceza li wan werin bîrîn.

Îro Netewên Yekbûyî ragihand ku aliyên Lîbî dest bi gera duyan a danûstandinan kir.

Ev civîn ji aliyê Nûnera Netewên Yekbûyî Stephanie Williams bi riya enternetê tê birêvebirin.

Di van danûstandinan de mekanîzma bijartina hikûmeteke nû tê nîqaşkirin.

Her 75 kesên ku beşdar van danûtandinan bûne li hev kirine ku di dawiya salê bê de hilbijartinên serokatî û parlamanê pêk bên.

Fransa, Brîtanya, Îtalya û Almanya: yên pêvajoya aştiyê asteng bikin, wê rastî cezayan werin

Fransa, Brîranya, Îtalya û Almanyayê jî bi daxuyaniyeke hevbeş piştgiriya xwe bi danûstandinên aliyên Lîbî ji bo pêkaîna çareseriya li welêt nîşan da û banga pêkanîna agirbesta heyî li hemû aliyên Lîbî kir.

Herçar welat ragihandin ku ew li dijî destwerdanên derve di Lîbyayê de ne û hişyarî da ku çi aliyê ku li pêşiya danûstandinên aliyên lîbî astengiya deytîne wê cezayan ser wan feriz bikin.

Almanyayê Tirkiye tewanbar kir ku wê nehişte keştiyeke tirkî lêkolîn bike

Li aliyê din jî, Almanyayê Tirkiye tewanbar kir ku wê nehişte hêzên Almanî keştiyeke Tirkî di Deryaya Spî de lêkolîn bike.

Li gorî artêşa Almanyayê, şeva borî hêzên Alman ketin keştiyeke Tirkî de lê ji ber Tirkiyê şermezarnameyek pêşkêşî Operayona Ewropî ya deryayî kir, hêzên Alman nekarîn lêkolînê bikin û ji keştiyê vekişiyan.

Artêşa Almanyayê diyar kir ku ketşiya Tirkî berê wê li Lîbyayê bû û guman hebû ku tê de çek hene.

Hikûmeta Tirkî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di keştiyê de çek nebûn û Operayona Ewropî ya deryayî bi derbasbûna wê li ser keştiyê qanûna navdewletî şkand.

Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Ewropayê di bin sêwana Netewên Yekbûyî de ji bo qedexeya şandina çekan ji bo Lîbyayê operasyonên xwe yên deryayî didomîne.

Back to top button