Li Ewropayê îro roja dawîn a bikaranîa dengdayîne ye

Li Almanya, Awûstûrya, Fransa, Danîmarka û Luksembûrgê roja dawîn a dengdayînê ne.
Ji ber vê Parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay bang kir ku her kes biçe, dengê xwe bide.

Gunay, ji bo biçin dengê xwe bidin, bi vîdeoyekê wiha bang li hilbijêrên li derveyê welêt kir:

“Hilbijêrên hêja yên li derveyê welat dimînin!

9’ê Gulanê li Almanya, Awûstûrya, Fransa, Danîmarka û Luksembûrgê roja dawîn a dengdayînê ye.

Her dengekê hûn ê bidin, wê bi kêrê guhertina desthilatê û karkirina me ya parlamenterekê/î bê.

Ebrû Gunayê banga dawîn li hilbijêrên li Ewropayê kir

Lewma, dibe ku mirov hinek biweste..

Li ber sefaretxaneyan bisekine lê sibehê teqez biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Ji bo Partiya Çepên Kesk kar bike, divê em li her derê biçin ser sindoqan.

Bi taybetî, hilbijêrên me yên li derveyê welêt, bila teqez biçin û dengê xwe bidin.

Bi dengekê ku mirov bide, wê li vî welatî gelek tişt biguherin.

Wê ji xêra demokrasiyê re be.

Jin û ciwan, em ê kar bikin.

Em biçin ser sindoqan û mohra xwe li bin dara Partiya Çepên Kesk bixin.”

Li Ewropayê dengdayîna ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê sibe dest pê dike

Back to top button