Jinên li Helebê: Rêxistinên hiqûqî li hember doza Rêber Abdullah Ocalan bêdeng in

Endamên Kongra Star a Helebê tecrîd û bêdengiya navneteweyî ya li hember wê şermezar kirin û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo da.

Endama Navenda Perwerdeyê ya Kongra Star Muna Kibik destnîşan kir ku Rêber Apo girîngiyeke mezin da jinan û wiha got:

“Tecrîda li ser Rêber Apo li ser tevahiya gel bi taybetî li jinan e.

Fikrê Rêber Abdullah Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn in, ji ber wê jî tecrîd li ser wî girantir dibe.”

Sozdar Mihemed jî wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan mîraseke mezin ji jinan re hişt,

lê belê ya girîng ew e ku em xwedî li vê mîrasê derkevin û wê biparêzin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Roşîn Mûsa jî diyar kir ku rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan hevkarên dewleta Tirk a dagirker in.

Têkildarî heman mijarê, Elîfe Hesen da zanîn ku tecrîda li dijî Rêber Apo kiryarekî dermirovî ye û bêdengiya navneteweyî şermezar kir.

“Ev tecrîd li dijî gelê Kurd û tevahî Rojhilata Navîn e”

Back to top button