Çalakvanên Hewlêrê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Çalakvanên Hewlêrê dibêjin Rêber Apo hertim daxwaza mafên rewa yên gelê Kurd kiriye û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Çalakvan Hawrê Kurdî da zanîn ku Rêber Apo dikare aştiyê mîsoger bike û pirsgirêka herêmê çareser bike.

Hawrê Kurdî got: “Divê siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo dengê xwe derbixin. ”

Çalakvanê bi navê Zêwer Gerdî jî piştgiriya xwe ji bo azadiya Rêber Apo nîşanda.

Zêwer Gerdî destnîşan kir ku proseya siyasî ya Kurdistanê bi rizgarkirina Rêber Apo destpê dike.

Dawiyê Gerdî anî ziman ku rêber Apo hertim daxwaza mafên rewa yên gelê Kurd kiriye, ji bo vê jî divê were azadkirin.

Back to top button