Li Belçîka û Swîsre kuştina Jîna Emînî hat şermezarkirin

Li Belçîka û Swîsreyê kurd û dostên xwe bi du çalakiyên cuda kuştina Jîna Emînî şermezar kir. 

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê jinên Kurd, Fars û Belçîkî bi çalakiyekê piştgirî dan serhildana jinên Îranê.

Jinan bi zimanên Fransî, Farsî û Kurdî slogana “Jin, Jiyan, Azadî” qîrkirin û bal kişandin ser zext û zordariya li Îranê.

Li bajarê Lozanê yê li Swîsreyê jî bi heman armancê çalakiyek hat lidarxistin û kuştina Jîna hat şermezarkirin.

Di çalakiyê de gelek kes axivî û piştrast kirin ku ew ê piştgiriyê bidin serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistnê.

Back to top button