“Însiyatîf wekheviyê di navbera tevahiya pêkhateyan de pêk tîne”

Însiyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê a ji bo çareserkirina Aloziya Sûriyê di rojevê de ye. Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Salih Gedo û li ser medya dijîtal jî Sekreterê giştî yê Kongreya Daîm a Federaliyê li Lubnanê Al-fred Riashi têkildarî Insiyatîfê nerînên xwe anîn ziman. Kesên axivîn teqez kirin ku Însiyatîfa Rêveberiya xweser ji bo çareserkirina krîza Sûriyê girîng e.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca dabînkirina çareseriyekê ji bo giştî Sûriyê, duh insiyatîfek ragihand.

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Salih Gedo, têkildarî Insiyatîfa Rêveberiya Xweser axivî.

Salih Gedo diyar kir ku ev Insiyatîf rewş û aloziya Sûriyê bi kûrahî analîze dike û wekheviyê di navbera tevahî pêkhate, hêz û aliyên siyasî yên li Sûriyê de pêk tîne.

Gedo da xuyakirin ku divê Rêveberiya Xweser doza kurd bike Rojeva xwe ya bingehîn.

Insiyatîfa Rêveberiya Xweser li ser Medyaya Dijîtal bû rojev

Li ser medyaya dijîtal jî gelek nêrînên erênî li ser insiyatîfa Rêveberiya Xweser hebûn û beyanameya Rêveberiyê bi ya netewî hat saloxkirin.

Sekreterê giştî yê Kongreya Daîm a Federaliyê li Lubnanê Alfred Riashi bi twittekê got:

“Insiyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ye, aqûbet li cem me be jî..

Gelek Bikarhênerên din jî got:

Insiyatîfa Rêveberiya Xweser rizgarkirina welat û damezirandina binesaziya rasteqîn a guhartinê ye.

“Rêveberiya Xweser ji bo bersivdana Insiyatîfê bang li hikumeta Şamê û hemû hêzên demokratîk dike da ku bigihînin çareyeke hevbeş û krîza Sûriyê bi dawî be. Gelo dê bersiv bê dayîn.

Back to top button