Yekîtiya Ewropayê: Tevgera Tirkiyê ya li deryaya Spî nayê qebûlkirin

Yekîtiya Ewropayê derbarê tevgera dewleta Tirk ya li rojhilatê Deryaya Spî nerazîbûn nîşan da û diyar kir Tirkiye şantajê dike û ev yek nayê qebûl kirin.

Li Brûkselê civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê pêk hat.

Serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel destpêkirina Tirkiyê ya lêgerîna xazê li rojhilatê Deryaya Spî rexne kir.

Michel destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropayê wê di dawiya salê de rewşê lêkolîn bike û cezayan ser Tirkiyê feriz bike.

Duh jî, Almanya û Fransayê tevgera Tirkiyê ya nerewa li Deryaya Spî rexne kiribûn.

Almanya û Fransayê diyar kiribû ku ger Tirkiyê di nava heftiyekê de helwesta xwe neguherîne û dest bi diyalogan neke, wê di dema pêş de rastî cezayên Yekîtiya Ewropayê were.

Back to top button