Çeteyan li gundewarê Til Temirê ciwanek birîndar kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanekî ji gundê Debîb ê başûrê rojavayê Til Temirê armanc kir û di encamê de ciwan birîndar bû.

Ciwanê bi navê Neser Ezîz (24) ji gundê Debîb ê başûrê rojavayê Til Temirê bi 28 km ye û di encama êrişa çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû. Gundê Debîb li pişt depoyên Aliya yên nêzî eniya şer e.

Malbata ciwanên birîndar eşkere kir ku kurê wan ji milê pişt ve birîndar bûye û ew texmîn dikin ku gule ji aliyê gundên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine ve, hatiye.

Ciwan rakirin Nexweşxaneya Recaa ya li bajarê Hesekê ku tedawî bibe.

Back to top button