PYD`ê bi şêniyên Til Hemîsê re civiya

PYD`ê bi civînekê rewşa siyasî ji şêniyên Til Hemîsê re şîrove kirin.
Di civînê de girîngiya hevgirtinê hat vegotin.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Til Hemîsê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî civînek li dar xist.

Civîn ji Şênî û endamên saziyên sivîl, partî û rûspiyên êlên Ereb li navenda çandê pêk hat.

Di civînê de, endamê rêveberiya PYD`ê şaxê Til Hemîsê Hiyal El Xiweyr diyar kir ku ev 13 sal e alozî berdewam e û çareserî nîne.

Sedema vê aloziyê dewletên kapîtalîst e ku dixwazin hîn bêtir serweta Sûriyeyê talan bikin.

Endamê rêveberiya Meclisa Til Hemîsê Fayiq El Ehmed jî balkişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û wiha anî ziman:

“Tecrîd dermirovî ye, şerê Rêber Abdullah Ocalan dikin ji ber ku ramanên wî li dijî projeyên wan ên dagirkirina herêmê ne.”

El Ehmed dawiyê de bal kişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyan û ev bang kir:

“Planên dewleta Tirk a dagirker li dijî me hen.

Divê em hevgirtina xwe xurt bikin û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin. “

Back to top button