Dewleta Tirk 250 çeteyên din şandin Nîjerê

Dewleta Tirk a dagirker bi pereyên zêde çeteyên xwe yên Sûrî dişîne welatên din yên dixwaze tevlîhev bike.
Dewleta dagirker ku berê beşek çete şandinbû Nîjer ê, komeke din amede kir û şandin heman welatî.

Beriya 15 rojan dewleta Tirk a dagirker 300 çeteyên xwe yên Sûrî da ku ji bo berjewendiyên wê şer bikin şandin Nîjerê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku beşda 2’emîn a çeteyên ‘Artêşa Watanî’ ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ber bi Nîjerê ve birêketin.

Çavdêriyê da zanîn ku duh 250 çete piraniya wan ên koma ‘Sultan Murad’ in ber bi Tirkiyeyê ve bi rêketin.

Çave rê ye koma çete demekê li Tirkiyeyê bimînin da ku perwerde bibin û dûre bi rêya balafirekê biçin Nîjerê.

Li gorî çavdêriyê, ev çete di berdêla hezar û 500 dolarê Amerîkî de berê xwe didin wî welatî.

Bi vê re, heta niha 550 çete berê xwe dane Nîjerê.

Hêjayî gotinê ye ku 26’ê Tîrmeha 2023’an li Nîjerê darbeyek pêk hat.

Dewleta Tirk a dagirker bi riya çeteyên Sûrî dixwaze li Nîjerê hebûna xwe çêbike.

Back to top button