Fermandara YPJ’ê şehîd Zozan Hesekê li Berlînê hat bibîranîn

Şehîd Zozan Hesekê fermandara YPJ’ê, li Berlînê bi çalakiyekê hat bibîranîn.
Di bîranînê de banga xwedî derketina ji destkeftiyên şoreşê hate kirin.

Li paytexta Almanya Berlînê ji bo Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zozan Hesekê ku di 3’yê Nîsana 2024’an de şehîd bû, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Xizmên malbata şehîd Zozan Hesekê û gelê Kurdistanê beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên azadiyê destpê kir.

Li ser navê malbata Şehîd Raman Fatimî axivî û got:

“Meta min 34 salan di nava têkoşîna azadiyê de cih girt.

Li çiyayên azad, li Şengalê, li Kobanê şer kir û ji bo azadiyê şehîd bû.

Ew şehîda me hemûyan e.”

Nûnera PYD’ê ya Ewropayê Mizgîn Ehmed jî têkîldarî destkeftiyên ku bi keda şehîdan hatiye destxistin axivî û diyar kir ku divê herkes ji bo parastina destkeftiyan xwe berpirsyar bibîne.

Back to top button