Di civîna parlamantoya Başûrê Kurdistanê de, Tevgera Nifşê nû got: Ger hikûmeta herêmê nikare mafên welatiyên bide, bila dest ji kar berde.
Civîna Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna Serokwezîrê herêmê Mesrur Barzanî, Cîgirê wî Qubat Talebanî û Werzîrê Darayî Awat Şêx Xenab di saet 10.00’an de destpê kir.
Mesrûr Barzanî rapora xwe ya derbarê karê hikûmetê kiriye xwend û eşkere kir ku hikûmet 28 milyar û 476 hezar dolar deyndar e.
Li aliyê din, serokên komên partiyan derbarê çend mijaran de pirs ji Mesrur Barzanî kirin.
Serokên komên partiyên li parlamentoyê ji Mesrur Barzanî çarenivîsa xwepêşander û çalakvanên li Behdînan hatîn binçavkirin pirsîn.
Serokê Lîsteya Nifşê Nû Kazim Faruq anî ziman ku xelk ji ber daxwaza mafên xwe û mûçeyên xwe tên binçavkirin û cezakirin.
Kazim Faruq got:
“Ger hikûmet bi vî awayî danûstandinê li gel xelkê bike û nekare mafê wan bide, bila dest ji kar berde.”