Tevgera Jinên kurd li Ewropayê TJK-E ji bo Newrozê peyamek da û bang li her kesî taybet jin kir ku li dora Rêber Abdullah Ocalan bibin yek.
TJK-E bi daxuyaniyekê Newroz 2023’an pîroz kir û got:
Di dîrokê de yên ku li dijî hemû mêtingeran li ber xwe dane her tim hebûn.
Ji ber vê yekê Newroz di dîrokê de weke roja şiyarbûn, berxwedan û vejîna hemû gelan cihê xwe girtiye.
Divê rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst bi vê zanibe; gel û jinên Kurd wê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin rejîma faşîst.
Dem ew dem e ku bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve bimeşe.
TJK-E bang li tevahiya gelê kir ku bi kinc û rengên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya 25’ê Adarê ya li Frankfûrtê bibin.
Di çarçoveya pêngava ‘Dema azadiyê ye’ em biherikin qadên Newrozê û bi yek dil û dengî helwestê nîşan bidin.”