LI COLEMÊRGÊ MEHEKE DIN QEDEXE HAT DIRÊJKIRIN

Walîtiya Tirk a li Colemêrgê, biryara xwe ya qedexekirina çalakî û xwepêşandanên li bajêr meheke din dirêj kir.

Biryara qedexekirina çalakî û xwepêşandanên li Colemêrgê ku beriya niha gelek caran hatibû dirêjkirin careke din hate dirêjkirin.

Di daxuyaniya walîtiya Tirk de wiha hate gotin,

Ji 18’ê Hezîrana 2019’an heta 17’ê Tîrmeha 2019’an li qad, kolan, rê û parkan mîtîng, civîn, meş, çalakiya rûniştinê, greva birçîbûnê, vedana kon, daxuyaniya çapemeniyê û stand hatiye qedexekirin.

Ev ne cara yekem e ku hikumeta faşîst a AKP’ê biryarên qedexekirinê û kirinên bi vî rengî li ser gel dide kirin.

Dem dem li Colemêrgê û deverên din qedexe tê ragihandin.

Leave a Reply

Back to top button