“Nêçîrvan barzanî ji bo paşxistina hilbijartinê li îranê ye”

Biryar e di 10’ê Hezîrana îsal de hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêk were.
PDK’ê hilbijartinê boykot kiriye û ji bo ev hilbijartin were paşxistin ketiye nava liv û tevgerê.
Nêçîrvan Barzanî piştî razîkirina Iraqê ji bo paşxistina hilbijartinê, duh jî berê xwe da Îranê.
Rojnamevaya Şarqul Awsat derbarê vê yekê de hinek agahî parve kir û got: “Armanca serdana Nêçîrvan Barzanî ew e ku ji rayedarên Îranê bixwaze ji bo paşxistina hilbijartinê, zextê li YNK’ê bike.”

Biryar e ku di 10’ê Hezîrana îsal de hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêk were.

Lê PDK’ê hilbijartinê boykot kiriye û ji bo ev hilbijartin were paşxistin ketiye nava liv û tevgerê.

Beriya niha Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kiribû û ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê bi rayedarên Iraqê re civiya bû.

Tê gotin ku serokê demborî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vê serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, kariye serkirde û aliyên Iraqî ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê razî bike.

Her wiha piştî razîkirina Iraqê jî duh Nêçîrvan Barzanî berê xwe da Îranê.

Li gorî tê gotin, sedema serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Îranê jî, di çarçoveya hewldanên PDK’ê yên ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê de ye.

PDK’ê dixwaze Îran ji bo paşxistina hilbijartinê, zextan li YNK’ê bike.

Rojnamevaya Şarqul Awsat derbarê armanca serdana Nêçîrvan Barzanî de, hinek agahî parve kir.

Rojnamevaya Şarqul diyar kir ku armanca serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Îranê, ew e ku ji rayedarên Îranê bixwaze ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê, zextê li YNK’ê bike.

Hejayî bibîrxistinê ye berpirsê Buroya Hilbijartinê ya YNK’ê berî çend rojan da zanîn ku partiya wan li gel wê yekê ye ku hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê di dema xwe de bên kirin.

 

Back to top button